Nextory – Ceylan Remedan
“Tu bi xêr hatî birayê min, delalê min,” gotineke hrdem ji devê Mihemed Şêxê yê pêncî salî ji bajarê Derbêsiyê, derdikeve, dema ku hevalê xwe yê nêz Xalid Hesen yê pêncî salî dibîne. temenê vê silavê zêdetirî 17 sala ye.
Li qehwexaneya Mîmas, ya ku dikeve nava bajarê Derbêsiyê, ku bi xwe ya Mihemed e, bûye cihê hevdîtina wan ya rojane.
Mihemed Şêxê Kurd e, lê Xalid Hesen ereb e, herdû jî ji heman bajarî ne, ûhevdîtina wan ya rojane, bûye dîmenekî naskirî bo her kesê ku li qehwexaneyê rûdinê, û her carê behsa vê têkiliyê tê kirin, ku ti carî aloziyan bandor lê nekirine.
“Ev herdû zilam wateya biratiya rast in,” ev hevok ji devê zilamekî li qehwexaneyê rûniştî derket, dema ku amadekera raporê bi herdûyan re dida û distend, û di heman dema rûnoştina Mihemed û Xalid li ser maseyeke biçûk di nava qehwexaneyê de, axaftin destpê dike li ser çîrokekw kevin, ku jinûve tê gotin, li ser hevaltiyekê ji destpêka xortaniya wan ve destpê kir, û li ser têkiliyekw civakî ku ne dûrbû ne jî alozî, bandor lê kirin.
Hevaltiya herdû mêran jêmaya bavên wan e
Hevaltiya Xalid û Mihemed ji 18 saliya wan, dest pê kir, di encama têkiliyeke xurt de dinavbera malbatên wan de, jiber ku bavên wan, hevalên jihev nêz bûn, û di yek ji wan rûniştinên wan yên malbatî de, bavê Xalid daxwaz kir ku Mihemed di kaegeha wan ya şilemeniyê de kar bike, “ez wê demê, bi daxawaza wî kêfxweş bûm, herwiha, bavê min jî raste rast erê kir, û weha geşteya me dest pêkir.” Mihemed got.
Bi dirêjahiya 17 salan ji karê hevbeş, têkiliya wan ne tenê hevkarî bû, lê bizaveke mirovî ya kûr bû, ku bandora xwe li derdora wan kir, wekû Xalid diyar dike, û berdewam dike: “ez bi rêya Mihemed fêrî zimanê Kurdî bûm, û me tevaya rêbendan şikand, û em wekû yek malbatin.”
Bi saya bavên wan, Xalid û Mihemed hevdû nas kirin, yek rojê nakokî di nav bavên wan de rû nedan, û hevaltiya wan bû sedema têkiliyeke xurt di navbera malbatên wan de, û di boneyan de diciviyan, çi kêf be, û çi şîn be.
“Dayika min ji Xalid hez dikir, wekû kurê wê be, di dema ku zarokên min û yên wî wekû xwîşk û bira ne,” Mihemed dibêje û berdewam dike: “ev hevaltiya me bû sedema ku ez zarokên xwe zar bikim da ku hevaltî û têkiliyên civakî bi kesên cuda re ava bikin, jiber ku ez tekez im ku pirrengî aştiyê çêdike, û dihêle civak hevgirtî bin.”
Di heman demê de, Xalid hemû hewildanên xwe dike ku zarokên xwe fêrî hevaltiya rast bike, ya ku cudahî bandorê lê nake, çi cudahiya olî yan netewî be, û lêborîn û qebûl kirin, nerxên ku têkiliyan di navbera civakan de vejîn dikin, “min zarokên xwe fêr kirin ku pirrengî di têkiliyên civakî û hevaltiyê de, derfetê dide bo fêmkirina kûr ji jiyanê re.” Xalid dibêje.
Di danûstendina Xalid û Mihemed de li ser masa qehwexaneyê, amaje dikin ku taxa wan tijî heman çîrok in, û li ser her maseyekê li qehwexaneyê, rojane, xelkên ji hev cuda, kom dibin, û salên dirêj bi hev re derbas dikin, di têkiliyan de, yên ku li ser bingeha rêzê hatine avakirin.
Têkiliyên xelkên deverê ji hemû hewildanên têvedanê xurttirin
Jibo ku karekî bibîne, Mihemed tev malbata xwe, di demekê de, berê xwe da Şama paytext, û demekî dirêj li wir, bi cih bû, lê dûrbûn ne kelem bû li pêşiya têkiliya wî bi Xalid re, û çiqasî pêwendî di wê demê de ne hêsan bû jî, lê herdûyan, di jemû derfetan de, pirsa hev dikirin, û li ser malbatên hev hedan dibûn.
Mihemed rastî gelek çîrokan bû, û yek ji wan bibîr anî, di dema serhildana bajarê Qamişlo de, piştî rûdana bûyera ku li yarîgeha beledî li bajêr di sala 2004an de, di wê demê de, Mihemed li Şamê bû, dema ku pêşbînî zêde bûn libarê têkçûyîna têkiliyan dinavbera Ereb û Kurdan de, li Sûriyê bi tevahî, û li Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi giştî, lê Mihemed tekez dikir ku hevaltiya wî bi Xalid re, mînakekî xurt e li ser têkiliya di navbera xelkên deverê de, û dê ji hemû hewildanên têkbirina pêkvejiyana aştiyane xurttir bin.
Li barê guhertinên li Sûriyê çêdibin, bi hilweşana rêjîma Sûriyê re di Kanûna 2024an de, Xalid û Mihemed tekez dikin ku helwêsta wan li dijî hewildanên çandina gelaciyê di navbera Sûriyan de, yek e.
“Tiştê di nav me de, ji gelaciyan bi hêztir e, me salên dirêj bi hev re derbas kirine, û hevaltiya me, mînakeke li ser ava dibe, û di encamê de, pêkvejiyan ne bijare ye, lê rastiyeke wê çêbibe eger em karibin hevdû qebûl bikin.” Xalid dibêje.
“Birastî, têkiliyên me li deverê, li ser hezkirin û rêzê ava bûne, û pêwîste ev yek bi hêz be beramberî xirakirinê, û alaveke sereke be bo avakirina aştiyê.” Mihemed dibêje.
Di tevaya de lm û rewşên ku dever têde derbasbûye, Xalid û Muhemed hewildanên xwe dikin ku wêneya hevaltiya xwe belav bikin, bi armanca têgehkirina civakê, da ku ev têgihiştin bibe bendavek li beramberî aloziyan, gû di demekê de, ku hemû hewildan têne kirin ta ku pêkvejiyana aştiyane li Sûriyê, û Bakur û Rojhilatî wê, têk biçe.
Ev ne bi tenê çîroka hevaltita du kesa ye, lê nameyeke libarê lêborîn û hemjiyana di nav pêkhateyên deverê de ye, û diyar dike, bê her dûyan çawa karîbûn hevaltiya xwe bikin mînakekî erênî, ku her kes jê fêr dibe, wekû çawa axaftina xwe bi dawî kirin.